hucamEM HEMÛ HUCAM IN
Li gor agahiyên Rûdaw ê, Hunermendê Kurd Blind Abdullah li Swêd ê kampanya “EM HEMÛ HUCAM IN” kiriye. Em jî wek malpera dewletxwaz.com, hem beşdarî û hem jî biştgiriya vê kampanya birûmet dikin û bangî temamê niştevanên Kurd li Swêd ê dikin da ku piştgiriya xwe nişan bidin.
Hucam Surçî, şehîdê Pêşmerge yê ku bi destê çekdarên DAIŞê serê wî hat jêkirin, 11 zarok li şûna xwe hiştiye û pêwîstiya zarokên wî bi alîkariyê heye.
Hucam Surçî di şerê navbera Hêzên Pêşmerge û DAIŞê de li eniya Naweranê ya nêzîkî Dihokê birîndar dibe û dikeve destê çekdarên DAIŞê de û 25ê meha borî wê rêxistinê vîdyoyek belav kir û tê de serê Hucam jê dike.
Wî şehîdî 11 zarok li şûna xwe hiştiye ku 2 ji wan kêmendam in û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ku keça wî 8 caran neştergerî jê re hatiye kirin, lê hîna rewşa wê ne baş e.
Malbat û zarokên Hucam Surçî li gundê Berdesûrê yê nêzîkî bajarokê Berdereşê yê parêzgeha Dihokê dijîn.
Hunermendê kurd Bilind Ebdullah li welatê Swêdê dest bi kampanyayekê kiriye bo alîkariya malbata wî şehîdî û navê wê kiriye ”Em Hemû Hucam in” û bi rêya wê alîkariyan ji wan re didin hev.

You may also like