Meha Adarê di dîroka Kurdistanê de meha şîn û şahîyê de. Di vê meha pîroz de gelek kiryar û bûyerên pîroz jî rû dane, û gelek kiryar û bûyerên şînê jî. Yek ji wan jî mirinas Pêşewa Qazî Mihemed e.

Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe rojek wek îro di 30ê Adara 1947an de li Meydana Çarçira ya Mahabadê ji alîyê rejîma hov a Îranê ve hatin bidarvekirin û ketin nav karwanê şehîdên Kurd û Kurdistanê.

30ê Adara 1947an Pêşewa Qazî Mihemed, Heme Husên Xanî, Seyfî Qazî û Ebûlqasim Sedir Qazî li Meydana Çarçira, li cihê ku Komara Kurdistanê hatibû ragihandin, bi tohmeta parçekirina Îranê hatin bidarvekirin.

Em Pêşewa Qazî Mihemed, hevalên wî û temamê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan û xebata wan ditewînin.

You may also like