DEWLETXWAZ

Nûçe/Nivîs/Şirove

  • Destpêk
  • Nûçe
  • Nivîs Û Analîz
  • Karîkatur
  • Arşîv
  • Pêwendî

Êdî ji biryara referandûma serxwebûnê veger tune ye

31 augusti, 2017

Encumena Parêzgeha Kerkûkê jî biryara beşdarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û Encumena Bilind ya Referandûmê jî ji Emerîka, ji Bexdayê, ji Tirkîyeyê û ji Dewletên Ewrûpayê re gotin ‘’Referandûm dê di wexta xwe ya tayînkirî de bê li dar xistin. Bi tu awayî emê tecîl nekin’’.

Êdî zelal bûye ku ji referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê veger tuneye.
mustafa-ozcelik (2)

Ji ber vê rastîyê jî, ji îro pê de pêşniyarîyên tecîl kirina referandûmê bêwate ye. Herweha pêşniyarîyên ku dibêjin ‘’Bila ewil pirsgirêkên navxweyî bêne çareser kirin, paşê referandûm bê li dar xistin’’ jî ne realîst in. Bêguman divê parlamento vebe, ji bo pirsgirêkên navxweyî bêguman divê bernameyeke çareserîyê bê danîn. Lê nabe ku referandûm bibe qurbana pirsgirêkên navxweyî.

Hinek kes û alî jî dibêjin ku ‘’Bila ewil Kongreya Netewî bê li dar xistin, paşê jî biryara referandûmê bê dayin’’. Ji ber aşkere ye ku di van şerdên heyî de ne mimkune ku Kongreya Netewî li dar bikeve, ev pêşniyarî jî ne di cîh de ye.Û nabe ku referandûm bibe qurbana pêknehatina Kongreya Netewî jî.

Li Şingalê îlan kirina ‘’Xweserîya Demokratîk’’, di eslê xwe de qebûlnekirina desthilatdarîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê ye. ‘’Xweserîya Demokratîk’’, di fiîlîyatê de perçekirina xaka Kurdistanê ye. Herweha ‘’Xweserîya Demokratîk’’, xeterîyên mezin tîne ser referandûma serxwebûna Kurdistanê jî. ‘’Xweserîya Demokratîk’’ ya li Şingalê, dê rê ji têkdan, provakasyon û midaxaleyên xêrnewazên Kurdistanê re jî xweştir bike.

Belê, bêyî qeyd û şerd, divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê xwedî li referandûmê û li ‘’Erê’’ya serxwebûnê derkevin.

Ji îro pê de, her daxwazeke ji bo tecilkirina referandûmê, her pêşniyarîyeke ku li dar xistina referandûmê bi şerd û mercan ve girê bide, dê ji siyaseta Bexdayê ya heta îro re xizmet bike, dê di fiîlîyatê de rê li ber serxwebûnê bigire.

Redkirina referandûmê; redkirina îradeye meşrû, demokratîk û mirovane ya gelê Kurdistanê ye.

Redkirina ‘’Erê’’ya serxwebûnê; tesdîq kirina têkçûyina pêşeroja gelê Kurdistanê ye.

Redkirina ‘’Erê’’ya serxwebûnê; ‘’Erê’’ya ji holêrakirina destkeftîyên Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Redkirina ‘’Erê’’ya serxwebûnê, redkirina firsenda dîrokî ya li ber derîyê gelê Kurdistanê ye.

Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke herî bilind beşdarî referandûmê bibin û bi rêjeyeke hêrî zêde ji serxwebûnê re bêjin ‘’Erê’’. Ev, wazîfe û berpisyarîyeke netewî û dîrokî ye.

Em hemû Kurd û Kurdistanîyen cîhanê jî, divê li gel ‘’Erê’’ya xuşk û birayên xwe yên başûrê Kurdistanê bin.

Bayê referandûmê ji nuha ve li her çar alîyê cîhanê yekgirtina Kurd û Kurdistanîyan pêk anîye.

Îlankirina serxwebûnê dê di yekgirtina netewî û di geşbûna hişmendî û rûhê Kurdistanî de bibe şoreşek, bibe rûpeleke nû.

Piştî referandûmê, dê pêvajoyeke hesas, girîng û krîtîk destpê bibe. Rêjeya ‘’Erê’’yê gelekî girîng e. Rêjeyeke ji %80-85ê zêdetir be, dê karê gelê me hêsantir bike, dê tu dewlet nikaribin vê rêjeyê paşguh bikin.

Bêguman ku di roja 26e Îlonê de serxwebûn dê yekser neyê îlan kirin.

Piştî referandûmê rojeva esasî, dê bicîh anîna îradeya ‘’Erê’’ya serxwebûnê be. Ji bo çareserîya aştîyane ya bi rêya dîyalogan, danûsitendinên Herêma Kurdistanê yên li gel Bexdayê û li gel dewletên cîhanê dê bigihêjin asteke nû.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, bi redkirina ‘’Sîstema Eyalatan’’ ya Paul Bremer, rê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re vekiribû; bi vê biryardarîya xwe ya ji bo referandûmê jî, dê rêya serxwebûna başûrê Kurdistanê veke. Ev biryardarîya Rêzdar Mesûd Barzanî, bi piştevanîya hemû partîyên ku alîgirê serxwebûnê ne, divê piştî referandûmê di demeke maqûl de, bi îlankirina serxwebûnê ve bê encamdan. Ez di wê bawerîyê de me ku, Bexda qani bibe jî, nebe jî, ev pêvajo dê zêde neajo, dê serxwebûn bê îlan kirin û dê aşkere bibe ku ev biryara referandûmê jî, ev biryardarîya di derbarê serxwebûnê de jî ne blof e, ne ji bo bazarîya bidest xistina hinek berjewendîyên şexsî, malbatî û hizbayetî ye.

Em Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, Encumena Parêzgeha Kerkûkê û hemû partî û alîyên ku biryara referandûmê girtine careke din jî pîroz dikin. Ev biryara wan a netewî, Kurdistanî û dîrokî, dê qedera hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê biguherîne. Em, vê biryara pîroz, weke biryara xwe dibînin. Ev biryar biryara me ye jî.

Bawer dikim gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotina dawîn e: Ew dewletên ku dibêjin ‘’Referandûmê tecîl bikin’’(Yekitîya Netewan, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka )heger bi xwe bibin garantor û rojeke maqûl ya dîyar kirî ji bo referandûmê tesbît bikin û herweha îlan bikin ku dê encamên referandûmê jî qebûl bikin; helbete ku tecîl kirina referandûmê dê mimkun be. Lê wekî din, êdî ji biryara referandûma serxwebûnê veger tune ye.31.08.2017

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Ji hêzên tifaqdar re…!

Ji hêzên tifaqdar re…!

Nûrî Çelîk Birêzan... Di serî de ez we hemû alîyên siyasî û kedkarên doza Kurd pîroz dikin, … [Dewam...]

HDP, kongreya netewî û komplo

HDP, kongreya netewî û komplo

Z.Brîndar Gotinek bav û kalên Kurdan heye, dibêjin: “ Gava perdeya rûyê kesekî qetîya, hivza xwe … [Dewam...]

Pêwiste her Kurdistanîyek welatê xwe biparêze.

Pêwiste her Kurdistanîyek welatê xwe biparêze.

Rodî Îlgen Serokatiya PYD li EFRÎN ê di daxûyanîya xwe ya 2 roj berê de, daxwaza piştgirîyê dikêe … [Dewam...]

EFRÎN

EFRÎN

Xirdir Ûso Efrîn bi hezarê salan e ku Kurd lê niştecî ne. Bûye hêlîna gelek şaristanîyên Kurdan … [Dewam...]

ÎMPERYA OSMANİYÊ NÛ!!!

ÎMPERYA OSMANİYÊ NÛ!!!

Nûrî Çelîk Di konsepta Osmaniyên nû de, go ji teref padîşahê Tirkiyê Erdogan û peyayê wî … [Dewam...]

Gelo wê partîyên bakur bibin şirîkê gunehên HDP?

Gelo wê partîyên bakur bibin şirîkê gunehên HDP?

Z. Brindar Wekîlê HDP Îmam Taşçier, ku bi xwe ji pêvajoya DDKD tê, bangewazîyek li partîyên Kurd … [Dewam...]

Mijar Kurdistan e, lê Kurd hemû ne bira ne

Mijar Kurdistan e, lê Kurd hemû ne bira ne

Z.Brîndar Kurd û Kurdistan ji her çar dewletên dagîrker û rayedarên wan re xeta sor e. Roja ku … [Dewam...]

Kongreya Netewî

Kongreya Netewî

Xidir Ûso Çi li welatên azad û çi li welatên bindest û mêtingeh be, Kongreya Netewî, di asta … [Dewam...]

Erdhej, Helwesta Îran, Turkîye û Nêçîrvan Berzanî

Erdhej, Helwesta Îran, Turkîye û Nêçîrvan Berzanî

Xidir Ûso Piştî erdheja xiyanetê, bobelata erdheja xweristê bi serê gelê Kurd de hat! Gelo ev … [Dewam...]

Referandûm Neba jî Wê Iraq Êrîşî Kurdistan Bikira

Referandûm Neba jî Wê Iraq Êrîşî Kurdistan Bikira

XIDIR ÛSO Piştî banga serokê Kurdistan Mesûd Berzanî, li her dera cîhanê Kurd rabûn ser pêyan, … [Dewam...]

Copyright © 2018 · DEWLETXWAZ · Developed by Webbfokus