Welatperwer û dilsozê doza milletê Kurd Doktor Ciwan Heqî (Ciwan Sevinik),ji ber nexweşîya malkambax koça dawî kir û dost û hezkirên xwe di nav şînê de hişt.

Doktor Ciwan Heqî, ku zêdetirî salekê bi nexweşîya pençeşêrê ketibû, îro li Stockholmê koça dawî kir. Nexweşîya malkambax ew ji nav me bir û êşek din li me zêde kir.

Doktor Ciwan Heqî ku ji gundê Şêxê Reş ê Şirnexê ye, piştî derketina ji welêt li Swêdê bi cîh bû û beşê bijîşkîyê xwend. Ji bilî karê bijîşkîyê, ewî herweha kar û xebata welatperwerî û netewî jî dikir û di çapemenîya înternetê de xwedîyê weşanên Medîakurd û CNN Kurd bû.

Em wek xebatkarên malpera Dewletxwazê bi koça Ciwan Heqî pir xemgîn in. Em sersaxîyê ji malbat û dost û hogirên wî re dixwazin, bela cihê wî bihuşta nûranî be û serê milletê Kurd sax be.