selahattindemirtaşyalçınakdoğan Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan di kanala CNN a Tirkî de kirasê xwe qetand. Akdogan li ser pirsa ‘pêvejoya çareseriyê’ di kîjan merhelê de ye? Axînek ji kesere kişand.
Akdogan, bere xwe da hevserokê HDPê Selahadîn Demirtaş û dot ku: ‘’Demîrtaş daxuyaniyên Ocalan di raya giştî de biçûk nişan dide; lê Demirtaş jibîr dike ku, destpêkirin û domandina ‘pêvejoya çareseriyê’ gihiştiye qonaxek girîng û ev jî bi berdewamiya hevdîtinên bi Ocalan ve giringiya xwe heye. Akdogan wiha domand: ‘’Ronahî di tunela tarîtiyê de bi saya Ocalan baş xuya dike, heqê ti kesî tineye rola Ocalan û qonaxê sivik bike.’’
Herwiha Akdogan got ku; ger were bîra we Demîrtaş di derbarê hevdîtina bi Ocalan re wiha gotibû:’’ Bila ti kes ne li hêviyê be ku wê Ocalan tiştekî çûda beje, her tişt di mecra xwe ya rûtînî de dimeşe. Û Ocalan di vê hevdîtina dawî de jî tiştekî dervayê hevdîtinên rûtînî de negotiye’’
Akdogan balê dikşîne ser vê yeke ku, Demîrtaş dayîm piştî hevditinên bi Ocalan re, hewl dide ku; van daxuyaniyên go Ocalan dide, biçûk bixîne.
Bela Ocalan bi xwe dibeje ku:’’ Hevdîtinê bi wî re d^rokî ne’’ Îcar ez bi xwe fêhm nakim bê Demirtaş çima dixwaze bê je ev hevdîtin ‘rûtînî’ ne. Gelo çiqas rastiya van gotinê hevdîtin ‘rûtînî’ ne rast in.
Tiştê bala me û temamê temeşevana kişan ev bû ku; Akdogan bûbû parêzerê Ocalan û mirov di go qey ne bahsa rola Ocalan dike, bilaqs weke go bahsa rola kevne serokwezîr û serokkomarê vêha Recep Tayyib Erdogan dike. Ji me û temaşevanan re tene gotina ‘ De were wî kerî div î bihûrî re derbaske’ ma.
Werhasil cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan bû parêzerê Ocalan û Demirtaş jî bûbû Eyşoka Ereb.

You may also like