Hîwa Hacî

Ji ber bêhêvîtiya ji rêjîmên siyasî yên navçeyê ku bi awayekî aştiyane Pirsa Kurd çare bikin, Kurd hertim li benda hilweşîna wan rêjîman mane. Guhertin qewimiye û rû û nav guhertine, lê koka meseleyê her wek xwe maye. Mînaka herî nû, kêfxweşiya hin kesan bû bi darbeya 15ê vê mehê li Tirkiyê. Hin kesan texmîn dikir ku bi ketina desthilata Erdogan, Şama Şerîf ji bo Kurdistana wir derdikeve holê!

Di dîroka nû ya Iraq û Îranê de jî, çend mînakên balkêş ên guhertina siyasî hebûn. Paşa çûn û komarî hatin. Desthilatên olî cih girtin. Lê kêşeya kurdan, ji bilî hin cudahiyên biçûk, her wek xwe ma.

Kê ewqasî xeşîm e ku bawer bike bi ketina AKPê kêşeya kurdan li Tirkiyê bi aştiyane û bi rêbazên demokratîk çareser dibe! Pêkan e mirov ji siyasetên Erdogan nerazî û aciz be û wek tolvedanekê dilê mirov bi hilweşîna wî xweş be. Lê çewtî ye mirov bawer bike nemana Erdogan û desthilata wî, asoyekê bo Kêşeya Kurd li Tirkiyê tîne holê.

Kêşeya kurdan bi guhertina rêjîman çareser nabe. Eger wiha bûya, diviyabû bi kêmanî li Iraq û Îranê, heta niha tiştek bi navê Kêşeya Kurd nemaba. Li Sûriyê binerin! Opozisyona Sûriyê bi hemû qelsî û lawaziya xwe, heta niha bi fermî tiştekî bi navê mafê kurdan nas nake. Êdî eger Beşar Esed hilweşiya, mirov pêşbîniya çi ji desthilatdarên nû yên Sûriyê bike ku bi awayekî cuda bi Pirsa Kurd re tevbigerin? Guhertina rêjîmên siyasî, rasterast, ne di xizmeta gelê Kurd de ye.

Parasetamolek bo pirsa Kurd!

Eger Pirsa Kurd ne kêşeya sereke be li welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, bêguman hertim yek ji kêşeyên here girîng û bingehîn ên wan dewletan bû. Li kêleka sedemên curbicur, meseleyeke sereke heye dihêle Kêşeya Kurd bê çareserî bimîne: Dewletên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin hertim di wê baweriyê de bûn ku dikarin vê kêşeyê bi zorê bêdeng bikin û di sînorekî berteng de bifetisînin.

Helbet bêkesiya kurdan û xurtiya wan dewletan hîşt ev bawerî peyda bibe. Heta vêga jî ev bawerî li ba van dewletan bihêz e. Bi kurtî hertim rewş û merc di xizmeta wan dewletan de û li dijî gelê Kurd bûn. Peymana Adara 1970 ku rê ji otonomiyê re xweş kir li “Kurdistana Iraqê” yan bicihkirina federalîzmê li Iraqê piştî 2003an, ne encama guhertinekê di felsefeya siyasî û rêvebirina Iraqê de bûn, lê belê encama rewş û mercên babetî yên Iraqê bûn.

Lewma di herdu ezmûnan de, dema rewşa Beisiyan di salên 70 de baştir bû yan piştî ketina Sedam ku rewşa Şîeyan hinekî baştir bû, pişta xwe dan meseleya kurdî. Dîrok dibêje wan dewletan tenê di rewşên nebaş û babetî de di reftara bi meseleya kurdî re hin guhertinên biçûk pêk anîne. Dewletên derdorê, eger Kêşeya Kurd serê wan êşandibe, di baştirîn rewş de parasetamolek xwarine û qet li çareseriyê negeriyane, çimkî bi kurtî ew di wê baweriyê de ne ku dikarin vê rewşê berdewam bikin.

Em çi ji cîranên xwe re dixwazin?

Ji ber ku em hertim di têkiliyeke dijminatiyê de bûn ligel welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, em bawer dikin têkçûna pergala wan bi awayekî rasterast dikeve xizmeta me de. Eger ew welat tûşî şer bibin an rûbirûyî qeyranên aborî bên, em pê dilşad dibin û em texmîn dikin ku emê ji vê rewşê sûdê bibînin. Di darbeya Tirkiyê de jî hin Kurd wiha difikirîn û bawer dikirin ku têkçûna aramiya Tirkiyê di qezenca me de ye. Lê bi rastî dibe ku encam ne wiha be.

Rewşa cîranan û aramiya wan, başbûna rewşa wan a aborî û sîstema wan a siyasî, bandoreke erênî û neyînî ya pir mezin li ser me dike. Hinek zanayên siyasetê behsa “cografyaya demokratîk” dikin. Li ser asta cîhanê, welatên ku demokratîk in û xwedî aboriyeke pêşketî ne, cîran in û li heman devera cografî ne. Li welatên Rojavayê Ewropaya binere! Ji bilî hin ferqên biçûk, hemû xwedî sîstemeke demokratîk û aboriyeke xurt in.

Wekî din, li welatên vê navçeyê ku jê re dibêjin Rojhilata Navîn binere. Welatên vê navçeyê di aliyê siyasî de totalîter û nedemokratîk in û di aliyê aborî de jî hejar û paşketî ne. Yanî navçeya ku mirov lê dijî û welatên ku cîranên mirov in, bandoreke pir mezin li ser mirov dikin. Gelo eger li şûna Îran, Tirkiyê û Sûriyê, em cîranê Swîsra, Fînlenda û Swêdê bûna dê rewşa me çawa bûna? Gelo di aliyê siyasî û aborî de emê her wekî vêga bûna? Nexêr!

Hertim başbûna rewşa cîranan di aliyê pêşketina demokratîk û aborî de dikeve xizmeta cîranên din de. Lewma xwezka demokrasî li Sûriyê, Îran, Iraq û Tirkiyê heba û baştirîn sîstema aborî li wan heba. Bêguman tiştekî bi vî rengî ji me re jî baş dibû. Lewra li gor hemû pîvanan, darbeya leşkerî û nearamiya aborî ya cîraneke wek Tirkiyê zehmet e bikeve qezenca Herêma Kurdistanê de. Başbûna rewşa Sûriyê, Îran, Iraq û Tirkiyê ne şert e ziyanê bigihîne me. Bi heman awayî jî têkçûna rewşa van welatan dîsa ne şert e di qezenca me de be!

Rûdaw

You may also like