pkg
Bi rastî PKKê herçar perçê Kurdistanê bê hiş û xîrek kiriye. Ne tênê bi hêjayiyê Kurdan, herwiha bi xem û heyalên wan, bi xîreta wan dilîze. Û ev yek ji teref me Kurdan ve wek tiştekî xezayî hatiye qebul kirin. Ev sosret ji teref ti malwêranekî Kurd ve nayê ser zimên.

Birastî, gava mirov li daxuyaniyê partî, saziyên sivîl û ragihandina Kurdan dinere ( Hin malper xaric) dile mirov radibe; mirov dibe qey temamê wan ji qalibê go PKKê ji wan re çêkiriye derketine.

Ev sê rojin li seranserê bajar û bajerokê Bakûrê Kurdistanê pîrozbayiyên rizgarkirina Kobanê didomin, ev yek ne tiştekî eceb e; lê ya eceb ewe ku, gava pêşmergeyên qehreman din av de Guwer, Maxmur, Zûmar û Şengala mazlum ji %95 xaka Başûrê Kurdistanê ji çeqelên DAİŞ a terorîst hat rizgarkirin, ev heytehola îro nehat lidarxistin.

Bila kes nebêje; ma hûn bi rizgarkirina Kobanê şad nebûn? Em bi rizgarkirina her şûnekê go ji çeqelên DAİŞê were paqijkirin şad dibin. Lê gava ciyek ji xerabî, terorîstiyê û dagirkirinê bê rizgarkirin, divê di şuna azadiyê de dagirkerek din şûn negire. Ya iro li Kobanê diqewime ev e.

Ango; Kobanê ji çeqelên DAİŞê hat pakijkirin lê PKK û YPGê li ser hisabê Kurda Koban dagirkiriye. Nedihêle Ala Kurdan li gir û banê Kobaniya bilive û ne jî xîrek û keda pêşmerge û Kurdistaniyan binav dike.

Here were enternasyonalîstên Tirk, Ereb û faris û xêrnexwazên Rojhilata Navîn. Ev sere çend roja ye ez li bende me go hin partî û saziyên dervayê PKKê derkevin û tiştekî dervayê gotinên şablonî bejin.

Ti dibê qey PKKê tifî bin zimanê teva kiriye, tev bi heman hevokê dibêjin; em hêvî dikin rizgarkirina Kobanê bibe wesîleya yekîtiya Kurdan! Û vê hêviyê jibo yekîtiya partiyên xwe û PKKê dikin. Tew napirsin bê ka partî û saziyên Rojevayîyên dervayê PKK û YPG li ku ne? çima ew jî nikarin di vê roja rizgarkirina bajarê xwe de beşdarî şahiyan bibin. Tiştê aceb ev ku, yên dervayê PKKê ji PKKê zedetir avê dikşînin ser aşê PKKê.

Bi rastî edî şerme! Divê yên jixwe re dibên em Kurdistanî ne, xwe ji rojeva PKK xelas bikin û rojeva xwe bixwe biafirînin. Bi hêviya wan rojan…

You may also like