nuri
Di destpêkê de dixwazim bêjim ku, Tirkiye di diroka xwe a nêzîk de demek dîrokî dijî. Ger mirov bi kurtî behsa vê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bike, divê mirov di serî de heqê ”sezar bide sezar” û rola AKPê a di vê pêvejoyê de rast bi nav bike.

Ger mirov bêje ku, dewleta Tirkiyê û hikûmeta Erdogan mecbûrin di warê demokratîzekirina Tirkiyê de hinek gavan bavêjin mirov ê ne xelet be, çunkî avêtina van gavan şertek ji şertên endametîya Yekîtîya Ewrûpayê ye. Her çiqas wê ev gav çareseriya ku em ji doza Kurd re dixwazin bi xwe re neyne jî, lê bi kêmasî wê hinek nermîtî çêbibin. Çawa ku biryara avakirina TRT6 ê di hinek waran de rê ji bikaranîna zimanê Kurdî re vekir, wê ev pakêta guhertina makzagonê hindik be jî bixwe re nermiyekê bîne. Çawa ku di destpêka pêvejoya avakirina TRT6 de ez jî di nav de gelek nivîskar û ronakbîran desteka xwe da vê gavê, me teva bi yek dengî got ku: ”ziman nasnama milletekî ye û ferqîyeta nava milletan jî ziman bi xwe ye, divê her gavên ku ji bo xwendin, nivîsandin û pêşdebirina zimanê Kurdî bên avêtin, bên destekkirin û xwedî lê bê derketin.”
Helbet heta ku daxwazên Kurdan di makzagona dewleta Tirkiyê de bi fermî cîh negrin, wê ev gavên ku bên avêtin jî bi sînor bin û bi wîjdanê rayedarên dewletê ve girêdayî bin. Ger wek mînakek piçûk em bêjin, TRT6 24 seetan bernameyên bi zimanê Kurdî diweşîne, lê li aliyê din li gellek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê axavtina Kurdî dibe sedemê lêpirsînê, stranên Kurdî dibin sedemê lêpirsînê û navên Kurdî dibin sedemê ku Kurd pê bên darizandin. Ev jî nîşan dide ku heta Kurd nikaribin di makzagona Tirkiyê de xwe bi fermî îfade bikin, wê raserî gellek zehmetiyan bên û hetta di pêşerojê de ew derfetên ku ketine destê wan ji wan jî bên stendin.
Her çiqas AKP wek mîsyon ji mîyoneke Tirk-Îslamê ango veryasona Kemalîzmê a rast wergirtibe jî, gavên ku di vê pêvajoyê de davêjin jibo pêşeroja Tirkiyê ronahî û jibo pirsa Kurd jî bû îqrara înkara hebûna milletê Kurd. Ger mirov di vê çerçewê de bersiva pêvejoyê bide, divê mirov bê şik li destpêka vê pêvajoyê binere.
Çi gotibûn rayedarên Tirkiyê, gotibûn: ”Ev projeya dewletê ye, bila kesek ji me nekevin şikê ku emê Tirkiyê texin qonaxek xirab û dest bavêjin wan xalên ku jibo temamê milletê Tirk xetê sor in”. Li gor qeneta min mirov kare bersiva pirsê di van xetê sor de bibîne. Çibûn ev xalên sor?
1) Yek dewlet, divê dewleta ûnîter bê paraztin.
2) Divê zimanê resmî û perwerdê bi Tirkî be. Ti zimanê din wê neyê bikar anîn.
3) Wê di zagona bingehîn de behsa ti neteweyê din neyê kirin.
Îcar ger mirov xal bi xal daxwazên xwe bîne ser zimên, bi ya min divê mirov beravajê van xetên sor ên Tirkiyê daxwazan bike.
1) Îkrara înkara nasnama Milletê Kurd divê bi guherandina zagona bingehîn bê qebûlkirin.
2) Yek dewletbûn kare bê parastin bi şertê şirîkatiyek wekhev.
3) Divê her netewe bi nasnama xwe mafê xwe birêxistinkirinê û avakirina partiyên siyasî, xebatên xwe bi ziman û nasnama xwe bikaribe pê propaganda yanî siyaseta netewa xwe bike. Li gor bahweriya min ev xal mifteya çareseriya pirsa Kurd e. Ji ber ger Kurd bikaribin bi nasnama xwe rexistinên xwe ava bikin, we gavê wê astengên di navbera temamê civakê de ji ortê rakin. Bela wê her civak bikaribe li gor berjewendiya civaka xwe projeyên xwe yên siyasî biafirïnin. Ev yek jî wê rê li ber her fikrî veke.
Wek mînak, ew kesên ku Kurdistanek serbixwe diparêzin û ew kesên ku Tirkiyebûyinê diparêzin, bi şertê ku civat yan jî milletê xwe qana bikin, bi rehetî karibin xwe li ser Tirkiyê ferz bikin. Her wiha jibo wan kesê ku dewletek federe jî diparêzin wê ti asteng nemînin. Hetta wê hinekên mîna min jî derên û bêjin ku, ez bi Tirkan re bi şirîkatî dewletek ku pêşeroja wê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa ji dewletek Kurd a serbixwe ku di Rojhilata Navîn de wek dewleta Iraqê, Erebistana Suudî yan jî Dûbay be, baştir dibînim, derkevin.
Ez dixwazim di dawiya gotara xwe de daxwazekê ji beşa mezin a cepha Kurdan yanî ji PKKê bikim. Di vê qonaxa ku berjevendiyên hukûmeta Tirkiye û tevgera we hevqasî nêzîkî hev û hetta ketibe nav hev, ti wextî hevqasî li hev nehatiye. Ji ber vê jî divê PKK jibo berjevendiya miletê Kurd bê qeyd û şert guherandina sitratejiya ku li ser esasê çek danîne biguherîne û metodên demokratîk û ji şiddetê dûr biafirîne. Madem PKK doza Demokratîk Cimhûrîyetê dike û xwe ji federasyon yan serxwebûna Kurdistanê bi dûr xistiye, gerek PKK wê cesaretê di xwe de bibîne û bi xwe bawer be ku karibe bêminnet çekên xwe deyne û dakeve qada siyasetê, siyasetek sivîl û demokratîk ji xwe re bike armanc.
Nûrî Çelîk

You may also like