Hêmin Ebdullah

Navenda amerîkî ya lêkolînan a bi navê Stratfor, pêşbîniya vê yekê dike ku pêwendiyên Hewlêr û Enqerê ji ber du referandoman aloz bibin. Lê ew tiştên ku van rojana PKK li ser pêwendiyên her du paytextan dike û dibêje, nahêle tiştek wiha biqewime.

Şirovekarên Stratforê behsa xebatên Barzanî yên ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin û vê yekê bi hewlên Erdogan ji bo referandoma Destûra Tirkiyê re didin ber hev. Erdogan dixwaze bi wê yekê, sîstema serokatiyê bide avakirin. Li gorî wê navenda amerîkî, ne Başûrê Kurdistanê dikare xwe li ber zêdexwaziya Erdogan û mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyê bigire ne jî Tirkiyeya çaxê “Serok Erdogan” qebûl dike ku li ser sînorê wê, dewletek kurdî çêbibe ku rojekê pişta PKKê bigire!

Her çiqas şiroveyên wiha, nîşan didin ku şirovekarên Stratforê teng hizir dikin û agahiyên wan jî kêm in, lê danberheva wan her du mijaran, karekî lojîk e. Çimkî ji bîra me neçûye dema Enqerê di şerê DAIŞê de Hewlêr di nîvê rê de hîşt. Ji ber wê jî divê em wisa hizir nekin ku ti carî pêwendiyên Hewlêr û Enqerê têk naçin.

Dibe hinek kes bêjin, referndoma Destûra Tirkiyê, mijareke hundir a wî welatî ye û referandoma serxwbûna Başûrê Kurdistanê, dozeke hundir a Kurdistanê ye û ti eleqeya wê bi Enqerê û Erdogan re tine. Lê ne wisa ye, çimkî encamên wan du referandoman çi dibe bila bibe dê bandorê li ser siyaseta wan paytextan bike.

Eger di referandoma Tirkiyê de, Erdogan bigihîje mirazê xwe (ku dê bigihîjê jî) wê çaxê dibe ku HDP û Ocalan helwestek tûjtir ji ya niha li dijî AKPê nîşan bidin. Li Başûrê Kurdistanê jî eger YNK di hikûmetê de bimîne (li gorî min dê bimîne), wê çaxê pêwendiyên Hewlêr û Enqerê dê bikevin bin bandora rewşa ku piştî referandomê li Tirkiyê derketiye holê. Çimkî partiyên Başûrî di siyaseta xwe de li hember parçeyên din ên Kurdistanê, yekdeng nînin û dibe ku bi awayekî popolîstî li dû rakişandina raya giştî bin.

Eger eferandoma Başûrê Kurdistanê beriya ya Tirkiyê were lidarxistin û bi qasî ku di bin lêv de hatiye gotin “beriya hilbijartinên Amerîka” were lidarxistin wê demê partiyên neyar ên hikûmeta AKPê dê li djiî wê partiyê rabin û wê partiyê bi wê yekê tohmetbar bikin ku “li ber çavên te” dewletek kurdî çêdibe! Lewma, eger hinek caran Erdogan yan jî AKP, car caran li dijî referandoma Başûrê Kurdistanê derkevin, anormal nabe.

Lê tehdîd û nerazîbûnên PKKê li dijî pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Enqerê, mirov dide fikirandin. Mixabin, PKK nahêle parçeya dawî ya pazilê cihê xwe bigire. Bi giştî rewşa pêwendiyên Enqere û Hewlêrê wiha ye: Hewlêr çiqas nêzîkî Enqerê be ewqasî ji guvaşên Bexdayê dûr e û çiqasî ji guvaşên Bexdayê jî dûr be ewqasî nêzîkî serxwebûnê ye. Dema PKK dêbêje, “tenê PDK ji pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Enqerê sûdmend dibe” xizmeta PDKê dike çimkî bi vî karê xwe dibêje ku plana serxwebûna Bşaûrê Kurdistanê, tenê karê PDKê ye û ti partiyeke din tê de nîne!

Ez nabêjim çima partiyên Başûrê Kurdistanê yên ku şirîkên hikûmetê ne, ji PKKê re nabêjin, boriya petrolê ya Kurdistanê xeta sor e û divê tevlî hevrikiyên siyasî neyê kirin. Ez tenê vê dibêjim, eger PKK û PDKê bixwastana dikarîbûn encamên her du referandoman jî bixin xizmeta her du parçeyên Kurdistanê. Niha jî ku vê yekê nakin û nikarin jî, bila xetên sor, ku berjewendiyên netewî ne û di van çend salên dawiyê de pirreng bibûn, binpê nekin.

Rûdaw

You may also like