rodiEv nêzî salekê ye go rêxitsina hov DAİŞê êrişî Kurdistana Başûr û Rojavayê wê dike. Zirara ku DAİŞê gihandîye welatê me gelek mezin e. Zirar aborî, civakî, mirovî ye; û mixabin carna jî siyasî û gelek şêweyen dinin. Ji teref DAİŞê ve karesatek gelek mezin li Kurdistanê hate kirin. Ev keraseta hov li hember gele Kurd, li Kerkûk, Şengal, Kobanî, Maxmûr û gelek ciyên din ji hat meşandin. Peşmergeyên qahreman li himber DAİŞA hov, bi canfidayî xaka Kurdistan bişeklekî go ji teref cihanê ve bi payebilindî tê binav kirin, parast û bi heman canfedayîtiyê parastina xaka Kurdistan hetanî bi îroj jî dike .
Roj tuneyê ku hovîtîya DAİŞ di medya kurdî de cîh negirtibê. Gelek balkêşe! Tam di demek go Kurdistan di Rojhilata Navîn de wek stêrkek go qet neçilmise, çi di herema xwe de, çi jî li seranserê Îraqê go bûbû modelek hêvîdan ku pratîka vê bi dehan salên bi aşîtî, aramî, serfirazî û pêşketina civakî de; çi di warê avadanê de, çi jî di warê aborî de, xwe bi dinyayê daqebûl kirin de gelê Kurd raserî vê êrîşa hov û bêwext hat. Êş û azarên piştî xweşî û azadî yê tesirek xwe girantir heye li ser civakê. Heyfa min li wê tê ku, bi salan milletê Kurd bi c^ranê xwe re li ser esasê birayetiye tew geriyan; lê hezar mixabin, gelek ji helkê Ereb piştevaniya hovîtîya DAİŞê kirin. Hem xelkê deverê cêgeyek xwe di dîroka gele Kurd de, bi hovitî û ne mirovî girt.
Ciyê gotinêye ku; qehremanîya peşmerge û şervanên PYD û piştevanîya dewletên hevpeyman li dij DAÎŞ gelek serfirazî pêk anîn û bê goman, ev berxwedana qehremane di dilê hemî Kurdên niştimanperwer de, bi şêweyek serfirazî, dilxweşî û şadî cih weda. Ev berxwedan milletê Kurd û şikesta DAİŞ a terorîs bûye ciyê bawerî û hêvîya serfirazîya gelê Kurd di şerê li dij rêxistina hov û terorîsta DAİŞ de.
Bi bûyerên serfirazîyê, Kurd şahîya xwe dikin, di ceperê şer de dilana digrin û rûyên xort û qîzên dîlan girên Kurd wek gulên bihara Kurdistanê geş dikin.
Her çendî hej şerê li dij rêxistina terorîsta DAİŞ bi dawî nehatibe jî, şahî û dilxweşîya serkeftinê ji vêga ve mafê Kurda ye. Mafe me ye ku, em Ala Kurdistanê bilindtir bikin. Nemaze pistî ku parlamentoya Kurdistane roja Ala Kurdistanê ilan kir, mafê her Kurdekî niştimanperwere ku dengê xwe bilindtir bike; bi taybet jibo yekîtîya hêza peşmerge. Ev yeka erkê her niştimaniyê Kurd e ku biryara serok Mesud Barzanî wek fermana avakirina milletkî go roj biroj ber bi serxwebûnê ve diçe bibîne û zorê bide temamê partî û rêxistinê Kurdistanê da ku yekîtîya peşmerge bê xulqandin. Di vî warî de, pêwiste keç û xort, ciwan û kal, jin û mêr hemî merivên niştimanperwer dakevin kolana û daxwaza yekîtîya hêza peşmerge ji terefên alaqedar bikin da ku rojek berî rojekê ev biryar têkevê jîyane. Yêkîtîya peşmerge yekemîn garantîya parastina xaka Kurdistan û gelên Kurdistanê ye. Tenha rewşek wisa dikarê şahîya gelê Kurd, dilxweşî, dîlan û serkeftinê bidê berdewamkirin.
Bê goman berjewendîyên netewî ji her tiştên din bilindtirin û bi taybetî jî di dema nûka de berjewendîyên netewî bilindkirina Ala Kurdistanê, Pêkanîna yekîtîya hêza peşmerge, rêzgirtin li sazîyên yasayî û yekrêziya di şerê li dijî DAİŞ berjewendîyên netewî ne.
Bi taybetî jî di rojên wisa de, pewist û erkek netewî û mirovî ye ku, her kes ji alî xwe de rê vekin û piştgirî bidin dilana neteweyê Kurd.
19.01.2015
Rodi Ilgen

You may also like