dilges
Bi minasebeta taziya Dilgeş Bilek, mamê wî Dara Bilek ji bo taziya Dilgeş bi daxuyaniyekî spasiya hemû kesên beşdarî kirîn kir.
Bi minasebeta wefata biraziyê min serokê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Sêrtê Dilgeş Bilek , dost û hevalên me, em tenê nehijtin.
Bi hatina xwe, peyamên xwe em tenê nehiştin û şirîkatiya xema me kirin.
Bê guman ew dilgermiya ku xelkê dayî nîşandan êşa me kêm kir.
Bi vê minasebetê di serî de spasiya birayê hêja, serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê birêz Nêçîrvan Barzanî dikim.
Spasiya hemû berpirs û endamên Partiyên siyasê dikim.
Spasiya hemû kesên ku ji Kurdistana Başûr, ji Kurdistana Rojava , ji Ewropa û bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistana Bakur hatîn ûtevlî taziya me bûyîn dikim.
Spasiya hemû kesayetên kurd, siyasetmedar, rewşen bîr û nivîskarên xema me parvekirîn dikim.
Spasiya xelkê Sêrtê û taybetî spasiya eşîra jeliya dikim.
Spasiya hemû endam û alîgirên Tevgera Ciwanên Kurdististanê dikim ku bi rojan heryek wek Dilgeşekî amadebûn.
Spasiya herkesekî bi awayekî şirikatiya xema me kirî dikim.
Herî dawî her çikas wacibê xwe rabîn jî spasiya hemû kesên malbata xwe bi xwe dikim.

16.12.2014
Dara Bilek

HELBESTEK
Min ji ezmanê şìnbiriqandì pirsì,
çima dilê berbangê, li me teng bûye,
çima tava vì welatì me kezebxwìngol kiriye…
Erê, çima daweta keça simoqì temiriye
Kilên Sûbhanì ji çavan rijiye
Erê bira, çima qolinc li ser me bariya
ya kekê, te me kir goristana hezkirinan
her yekì me de mezelek kolaye
bêje, can kekê, cihê te rehet e
li ser dilê me hemûyan de?

Dibêjin hinek bi ciwanì diçin
Qet pìr nabin li ber çavên me
Erê bira ma tu nizanì
hestên me hate kelepçekirin
çavnebariya dijmin me kir kevir
bedena me li hember guleyan bû hesin
Bi çûyina te me xwe bi jiyanê girt…

Em bûn emaneta hezkirina te, bira
Em li ser keleha birca belekì de
simbêlxwêdandayiyê Mem in
Li binya çiyayan de bihna razyana
Li Kobanê şemamoka sìnga keçan
Li Şengalê evìna Şems in, hilatìne
Em nobedarê doza te ne, keko
Em çìroka mêrxasiya te ne…

Erê bira, Kurdistan e nefesa me
Ji Hewlêrê hildide ala me
Ji Amedê berxwe dide doza me
Dayik pilingan dinexişìnin
Ji roja sitara vì welatì re…

Erê bira…
Şiìr dinalin, şaìr ji dojehê derbas dibin
Gunehê me ye ev bindestì
Em ê ala doza te hildin
Heta roja bihûştö, heta roja azadiyö
Roja daweta serxwebûnö de,
Em ö te cardin biwelidìnin
Ta ku dilö me göş bibe, Dilgeşo…

Cihö Te bihûşt be Dilgeş Bilek.

Evîn Berçem

You may also like