Hêmin Ebdullah

Daxuyaniya civîna encûmena serkirdatiya YNKê derbarê hilbijartinan de û ne redkirin û ne jî rednekirina encamên wê, beşek e ji vê şowa (nimayişa) ku demek e bi mala Talebanî tê berhemanîn û bi rasthatinê jî navê aktorên sereke yên wê werzê Berhem e. Ew şow berî 16ê Oktoberê (Cotmehê) dest pê kiriye û bi vî awayî ye:

Di wan rojên ku biryar li ser giştpirsiyê tê dan, Dr. Berhem zenqilê xewneke kevn di serî wî de lêdixe. Şirove û pêwnediyên wî, wî digihînin wê baweriyê ku ti kes piştgirî li giştpirsiyê nake û ewên ku wî karî dikin, tûşî xwekujiyeke siyasî ya kujer dibin. Îcar zilam û qehreman ew kes dibe, ku piştî wê yekê, ne li ser pişta hespekî spî, lê belê eger pêwîst kir, li ser pişta Abramzekê yan jî Hummerekê Heşda Şeibî xwe bigihîne nav Hewlêrê û Herêma Kurdistanê ji jinavçûnê rizgar bike. Çend rojan berî 16ê Cotmehê, weke ku kesekî agahdar li Bexdayê ji min re vegot, çend nûnerên berê û yên nû yên YNKê û Goranê diçin Bexdayê û li wê derê li gel serokê rasteqîn ê Iraqê, ku hecî axayekî Îranî ye û li cem me hemûyan jî naskirî ye, dicivin. Nûnerên Goranê bîrokeya damezrandina herêma Kerkûk û Silêmaniyê û cudakirina wê ji Hewlêrê red dikin, lê weke ku tê behskirin, li Bexdayê ’doktorê rizgariyê’ heman helwesta Goranê nebûye.
405383Image1

Di werza yekem a Şowê de mala Talebanî bi xwe rol dilîzin û bi radestkirina Kerkûkê û navçeyên din beşa yekem a plane cîbicî dikin. Piştî wan nobeta plana duyem tê ku têde Dr Berhem serdana çar aliyan dike û bi navê dijatiya PDKê û YNKê wan tîne ser wê baweriyê ku divê hikûmeteke rizgariyê were avakirin. Di wan rojan de bû, ku min berpirsekî payebilindê amerîkî dît û bi pêkenîn ve ji min re behsa wê hewla Dr. Berhem kir. Wê demê ez tênedigiîştim mesele çî ye, lê belê piştî wan daxuyaniyên ji Amerîka û welatên din ve hatin belavkirin û bi diyarkirî navê Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî weke nûnerên îtîrafpêkirî yên Kurdistanê têde hatibû, ez têgihîştim ku Amerîka û hevpeymanên wê, hewla Îranî ya hikûmeta rizgariyê di destê wî kesî de mirar kirine, ku xwe jibo wî cihî amade kiribû û bi qestî jî navê Qubad jî anîbûn.

Piştî vê bizava Amerîkayê, bûyerên wê şowê ber bi arasteyeke din ve çûn, diviyabû ew jî biqewime, çimku êdî bîner bêzar dibûn, lewma diviyabû vê carê Dr. Berhem biselimîne ku hejmareke mezin e û bandora wî li ser biryara siyasî li Kurdistanê heye û madem ku Newşîrwan Mistefa jî nemaye, ew rêberê opozisyonê ye û bi tiştekî nû hatiye meydanê ku navê wê Hevpeymanî ye. TEv tişta nû jî tştekî ecêb e, ne partî ye û ne rêxistineke xêrxwazî ye û ne jî xwandingeh an fêrgeheke hizrî ye. Tişteke wisa ye, her dema ku tiştek jê şîn nebû û bêberhem bû, dikarî weke topên Biliyardê ji hev belav bikî û eger tiştek jê derket jî, wê demê baştir e jî. Lê belê encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê derxiste holê ku kiryarê wê yekê jî nînin û Dr. Berhem careke din ji wê ceribandinê jî serkevtî nebû.

Di werza niha ya Berhem Şow de, ku niha di weşanê de ye, pehlevanê şowê careke din hewl dide, bîneran ragire û nehêle ku bêzar bin, lewma pişt li gotinên xwe yên di çend mehên bihorî de dike û bi senariyoya mala Talebanî yê berhemhênerê şowê razî dibe, li hember wê yekê ku bi her nirxekî be, bibe serokomar. Barbûkerê şowê û mala Talebanî qazanceke baş ji wê şowa pirbîner dibînin û fokusa xelkê li ser mesleyên din ên ciddî yên li devera rengîn didin alî. Aktorê zîzbûyî yê wan jî, ku demek bû serkêşî dikir, bêyî berçavgirtina hurmeta bo rabirdûya xwe û kesatiya xwe ya di nava xelkê de, bi wî awayî vedigerînin. Bavil Talebanî jî di roja hilbijartinan de hinek din hurmet bo wî karî nehîşt û mizgîniya wê yekê dide, ku ewên din jî dê hêdî hêdî vegerin.

Berhem Şow di dîroka siyaseta Kurdî de bêmînak e, çimku ji salên 60î ve heta niha me çend şowên din hebûne û hertim her tiştek jî di wan şowan de çêbûbin, aktorên sereke yên wan şowan kêmek hurmet hîştine, lê belê şowa vê carê her ji şikandina peymanan û poşmanbûnê bigre heta digihe xencerlêdana ji pişt ve û nehêlana rûpela paqij a berê jibo wergirtina postekî wiha kêmnirx, hemû ew pêkhêner têde ne, ku bike şoweke bêhurmet.