Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo encamdana reformê û rûbirûbûna gendeliyê û derbaskirina kirîza darayî û aborî ya li Herêma Kurdistanê çend biryarên giring dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî yaw ê hatiye belavkirin, ragihand îro çarşemî 10ê Sibatê Serokê Herêma Kurdistanê çend biryarên giring bo pêkanîna reforman li Herêma Kurdistanê derxist.

Di daxuyaniyê tê gotin, ku Barzanî bi mebesta baştir rêkxistina karûbarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêkanîna refroman û çareserkirina kêmasiyên nav dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ew biryar dane.

Li gor daxuyaniyê biryarên Barzanî bi vî awayî ne:

Girêdayî yasaya sererastkirî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 2005 û bi mebesta zêdetir rêkxistina karûbarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêkanîna reforman û çareserkirina kêmasiyan di nav dezgehên Hikûmeta Herêmê de me biryar da:

1-Encamdana reform û pêkanîna rêkxistinê di van warên xwarê de:

A- Pêdeçûn bi peykerê îdarî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistina wê li ser bingehek guncaw û li gor pêwîstiya hikûmetê.

B- Pêdeçûn bi peykerê darayî yê yê Hikûmeta Herêmê û rêkxistina yekîneyên jimêryariyê di gist dezgehên hikûmetê û Wezareta Darayî de li ser bingehek guncaw.

C- Pêdeçûn bi gist kadroyên Hikûmeta Herêmê bi mebesta rêkxistina kadroyan û karkirin bo damezrandina encumena xizmetê.

D- Pêdeçûn bi kadroyên Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û yekîne û dezgehên pêşmerge û rêkxistina kadro û peykerê leşkerî yê Hêza Pêşmerge û rêkxistina wan.

E- Pêdeçûn bi gist zewiyên çandinî û tûrîstî û rêkxistina wan û rakirina her zêdegaviyên ser milkên giştî.

F- Pêdeçûn bi gist milkên hikûmetê ku bi şêweyê girêbest yan girêbesta yan li ser bingeha hilbirînê bi welatiyan hatine dan û rêkxistina milk û zewî û bîna û hemû kirriyên hikûmetê bi liberçavgirtina rewşa aborî.

G- Pêdeçûn bi hemû ew mal û milkên ku ji aliyê hikûmetê ve bi kirrê hatine girtin, bi mebesta kêmkirin û rêkxistina kirriya wan.

H- Pêdeçûn bi xerciyên dezgehan û nehiştina xerciyên zêde.

P- Pêdeçûn û rêkxistina dahata Herêmê.

Q- Pêdeçûn bi sîstema hilbirînê li Herêmê.

2-Ew şîrketên ku bi şêweyeke yasayî di erk û çalakiyên xwe de serkevtî bûne, li gor mekanîzmmeke guncaw daxwaz ji wan bê kirin, ku bo derbaskirina kirîza darayî û alîkarîkirina rewşa aboriya Herêmê beşek ji qzancên xwe pêşkêşî xezîneya hikûmetê bikin.

3-Ew kes û şîrketên ku bi şêweyeke neyasayî dewlemend bûne û têkelî gendeliyê bûne, pêwîst e lêkolîn bi wan re were kirin û li gor mekanîzmekê û bi awayeke dadperwerane qazanc û dahatên wan pêşkêşî xezîneya Hikûmeta Herêmê bê kirin.

4-Bo cîbicîkirin û lidûvçûna vê biryarê û bi fermana herêmî komîteyek tê pêkanîn ku karên xwe dê li gor mekanîzmeke guncaw pêk bîne û dê encamên karê xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê re bişîne.

You may also like