mesud-barzaninin-goz
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî: Em wan hovên ku sivîl û pêşmerga serjêkirin, keç û jinên Kurdê êzîdî revandin, efû nakin. Û herwiha, em ê alîkar û piştevanên terorîstê DAİŞ jî efû nekin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê go li ligel rojnameya Heyat a Londonê de ragihandiye ku: “Bûyera şehîdkirina 3 pêşmergeyên birayê hev, ti carî nayê jibîrkirin. Ez çûm mala şehîda ya li devera Soran, dayîka şehîda Ayşe pêşwazî li min kir. Dema ku hevjîn û zarokên şehîda li dora min kom bûn, ez pir êşiyam.”
Serokê Kurdistanê wiha di domîne: “Ez nizanim bê ez ê çawa behsa wê bikim. Min ji dayîka her sê şehîda re got, em hemû pê serbilind in go ti xwe wek dayîka me hemuyan bi û me hemuyan jî wek kurê xwe bi hesibînî. Ew şehîdên miletê Kurd in. Hemû şehîdên Kurdistanê kurê te ne.”
Serok Barzanî di heman hevpeyvînê de wiha didomîne: “Dayîka şehîda ji min re got: ’’Xemê nexwe. Ev serbilindiyeke mezin e bo malbata me. 2 kurê me yî din hene, ew jî amade ne canê xwe ji bo Kurdistanê bidin.”
Rojnamevanê ku hevpeyvîn ligel Serok Barzanî pêk aniye, balê dikşîne ser lehzek ji dema serok Barzanî zorê dide xwe go hestên xweyî hîsî kontrol bike de, bi van gotina îzah kiriye: “Dema ku Serok Barzanî ev gotin digotin, hewl dida ku hêstir ji çawê wî nebarin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de amaje bi helwêsta pêşmergeyekî di eniya şer de dike. Dema ji pêşmerge re dibêjin: ’’birayê te şehîd bûye û bavê te jî birîndar e’’ bi telefonê ji birayê xwe yê din ku ew jî di eniya şer de ye re, dibêje: “Va ez li şer im; ti ligel termê birayê me here û eger bavê min jî şehîd bû! wî jî veşêrin û zû vegere şerê xwe…”
Serok Barzanî bahsa bûyara Şehîd Ehmed Mizûrî yê bi navê Şex Ehmo Palewan go di 17 meha borî de qewimî bê de wiha aniye ser zimên: ’’Dema otomobîleke DAİŞê go bombe barkirî nêzîkî wan dibe, Mizûrî çûye pêşiya wê otomobîlê da ku pêşiya wê bigire, lê dema firsena wê yekê nedît, ferman da serbazên xwe go ji otomobîlê dûr bi kevin û xwe bavêjin erdê. Di heman demê de otomobîla xwe ya leşkerî dike mertal li hiber otomobîla bombe barkirî da ku hevalên xwe biparêze; lê hezar mixabin di teqîna otomobîla bombe barkirî de Şêx Ehmo şehîd dibe.”
Serok Barzanî di heman hevpêvînê de amaje bi wê yekê jî dike ku, “Di şerê li dijî keftarên terorîstê DAİŞ de dilopek xwîn dirije ziyaneke mezin e. Bînin ber çavên xwe, Ti sibehê efserekî dibînî û heman êvarê ji te re dibêjin ew şehîd ket. Gelek caran ew kes bi xwe kurê şehîdekî ye, yan jî neviyê şehîdekî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê dide zanîn ku heta niha 800 Pêşmerge şehîd bûne, û 300 ji wan efserên pilebilind bûn. Di derbarê kuştiyên DAIŞê de jî, serok wibêje: Zêdeyî 3000 hezar kesî ne.
Serok Barzanî wiha didomîne: “Bedel pir giran e, lê divê were dayîn; ji ber ku bergiriyê li hebûna miletekî û kerameta wî dike. Herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin bûye, lê bi piştrastî ez dikarim bêjim: Me DAIŞ şikand û me nêzîkî 17 hezar km ji destê wan derxist.”
Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike ku; wan ji Bexda û çend aliyên din re gotine: ’’Eger hûn çekê giran bidin me, em amade ne şerê jinavbirina DAIŞê bikin.’’
Serok Barzanî wiha didomîne: “Em nahêlin tişta ku çêbû, dubare bibe. Ez dixwazim bi zelalî bêjim, em wan hovên ku sivîl û pêşmerga serjêkirin, jinên û keçê Kurd e êzîdî revandin, efû nakin. Herwiha em aligir û piştevanên terorîstên DAİŞê jî efû nakin. Mebesta min ne tolhildan e, lê ez dixwazim edalet bê bicî anîn.”
Serok Mesûd Barzanî di heman hevpêyvînê de, pesnê xelkê Kurdistanê dide û dibêje: “Dema ku şer dest pê kir, hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Nûrî Malikî mûçeya xelkê Kurdistanê hat birîn. Tevî wê jî, xelkê Kurdistanê piştevaniya Pêşmerge kir, heta bi piştevanî neman nan ji pêşmerge re birin eniyên şer.”
Serok Barzanî di derheqê hevahengiya bi artêşa İraqê re jî dibêje: Hevahengiya wan ligel artêşa Iraqê baştir bûye, lê pêşbînî nake bê wê kengî ev şer bi dawî were.

You may also like