Edîp BaserFermandeyekî berê yê artêşa Tirkiyeyê bi navê Edîp Başer, ku heyamekî di têkoşîna hevbeş a Amerîka û Tirkiyeyê ya li dijî PKKê de nûnerê taybet ê Enqereyê bû, diyar kir ku Amerîka êdî dixwaze “Kurdistana Mezin” ava bike û wiha got: “Amerîka êdî li şûna Tirkiyeyê dê Kurdistanê hilbijêre.”

Fermandeyê berê yê artêşa Tirkiyeyê û nûnerê taybet ê Enqereyê di têkoşîna hevbeş a Amerîka û Tirkiyeyê de li dijî PKKê Edîp Başer, ji rojnameya Hurriyetê re li ser rewşa dawî ya Rojhilata Navîn axivî û got, berjewendiyên Amerîka yên li Rojhilata Navîn pir mezin û girîng in.

Edî Başer diyar kir, ji ber wê yekê Amerîkayê heta niha jî dest ji “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” bernedaye.

Wî fermandeyê artêşa Tirkiyeyê anî ziman ku şert û mercên îro yên li Rojhilata Navîn ber bi avabûna Kurdistana Mezin ve diçin û wiha axivî:

“Destpêkê dê Kurdistana Tirkiyeyê bigire navxwe paşê jî Kurdistana Mezin were avakirin. Li gorî wan, Kurdistana Mezin ji Qersê dest pê dike heta Mêrsînê diçe.”

Li gorî Edîp Başer, Amerîka bi vê yekê êdî dixwaze li şûna Tirkiyeyê Kurdistana ku petrola wê heye û ji ewlehiya Îsraîlê re jî pir girîng e, hilbijêre.

Rudaw

You may also like