Selahattîn Çelîk

– Îslamîmza AKPê

AKPê di serê desthilata xwe de bi navê demokrasiyê, êrişî polîtîka û dezgehên dewleta kevneşop kir. Kurd an Tirk girseyan piştgirî danê. Diviyabû wê, bi konsept û konsensûseke hevpar, ew hewldan pêşve bibira. Lê ew kete derdê desthilata xwe. Îslam bi awayekî herî ketî û gendel kir bîrdoziya berjewendiyên qirêj, him jî bi destê korbawerên bêdestnimêj.celik

Îslamê AKPê, komên civakê ji hev dûr xistin, ew anîn rewşeke şerê navxweyî. Ew, li demografiya nîjadî, bîrûbawerî û civakî ya Tirkiyê nedihat. Cihê olê, derveyî siyasetê ye. Wateya berteka civakê, ne tenê parastina sekularîzm û demokrasiyê ye, lê rêlibergirtina gendelkirina Îslamê ye jî.

– Dizî û Gendelî

Di salên AKPê de geşbûna aboriyê, berbiçav e. Dewlemendbûna endamên desthilatê jî, “zagona” desthilatbûnê ye; “Tu nedizî, tu nikarî bibî desthilat”. Ma jixwe semyana burjuvaziya Tirkiyê, ne ji xwîn û malê ermenî, yûnanî û kurdan tê? Lê ya AKPê, ji qamê diborî. Ew ‘belengazên’ ji xizaniya hatî, ketibûn talaneke wisa çilek û çavbirçî, bi hev re jî di nav nakokî, hesûdî, pîşemitandin û qirênan de bûn. Him jî li ber çavê civakê. Wê biteqiya û teqiya jî. Dibe darizandin di rê de bin. Di rewşeke wisa de, wê ji malbata wan pê ve gunehê ti kesî bi wan neyê.

– Şerê bi Cemaetê re

We li ku derê tiştekî wisa dîtiye? Bi dehan generalên artêşê û “bijareyan” dê bigre, bi plangeriya darbekirinê wan darizîne, cezayên heya 80 salan bide wan, lê di nav çend rojan de hemûyan berde û hemû şanoyê bixe stûyê Cemaetê… Ma zarok jî jê bawer dikin? Ka lehengiya li himberî artêşê? Ka îro çi rûmeta sîstema dadmendiyê û ya dezgeha polîsan maye? Ji Erdogan weye, wî li Cemaetê dabû. Lê ne! Wî, hemû berik berdabûn cenabê xwe.

– Çapemeniya Erdogan

Em çapemeniya şerê taybet baş nas dikin. Hûrriyetê serî dikişand. Rojnamevanên weke Emin Çolaşan û Oktay Ekşi hebûn, navê wan leşker-rojnamevan an kontra-rojnamevan bû. Erdogan çi kir? Televîzyon û rojname, yek bi yek kirîn. Rojname bûn bulten, rojnamevan bûn karmend û borîzanên desthilatê. Êdî li wir jî bi sedan Çolaşan û Ekşi hene. Bi gef û fermanan, rojnamevan karê xwe winda dikin, tên girtin. Gendelî û hetikayiya çapemeniya desthilatê, gihiştiye ezmanan.

– Şerê Sûriyê û Cîhadî

Di çêbûna rêxistinên Cîhadî de, di windayî û êşên şerê Sûriyê de para desthilata AKPê, bibelge ye. Çapemeniya welatên Ewropayê jî wan belgeyan diweşîne. Heya ku dibe bi boçûna bûyeran, ew par bibe mijara dozên navneteweyî.

Şermî û barê koçberên şerê Sûriyê, ji bo Tirkiyê bûye pirsgirêkeke mezin, êdî nikare wê rake. Bi îdîayên “mirovahiyê”, ew bar nayê veşartin. Ji ber ku ew, berhema plane Erdogan, Qeter û Siûdiyê ye. Civak ji hebûna DAIŞê û ji têkiliya MIT, polîs û Cîhadiyan ditirse. Li Edene û Amedê êrîşên li

himberî HDPê nîşan didin, ku DAIŞ/Cîhadî li Tirkiyê bûne talûkeyeke mezin. Ne tiştekî veşartî ye ku ne tenê desthilat, lê dewleta kûr jî dikare wan ji bo “karên xwe yê taybet” bikar bîne. Jixwe li Tirkiyê ew kevneşop heye.

– Bêbextiya Li Himberî Başûr

Têkiliyên siyasî, aborî û bi taybetî jî yên petrolê yên Kurdistana Başûr û hikûmeta AKPê, di nav kurdan de mijara dilxweşiyê bû; “dibe Tirkiyê, di mijara dewletbûna kurdan de helwesta xwe guhertibe”. Lê bûyera DAIŞê nîşan da, ku ew raman xelet bû. Bi gotinên wezîrên AKPê; “ew tenê hevkarên bazirganiyê” ne. Dilê PDKê ji AKPê ma û wê jî, bandor li hilbijartinan kir.

Em zanin ku firotina petrolê û deriyê Tirkiyê, ji bo Başûr çiqas girîng e. Lê ev encama hilbijartinan diyar e: Wê di desthilata Tirkiyê de guhertinên mezin çêbibin û wê ew pêşî bandora xwe li têkiliyên Başûr bike. Pêdivî ji vêga ve li ser bûyerê bi mutaleya desthilata Başûr heye.

– ‘Pêvajoya Çareseriyê’, Roboskî û Kobanî

Erê çareserkirina pirsa kurd, ji qama AKPê dibore, dîsa jî di serî de bendewariya encamekê hebû. Û bi rastî hin gavên girîng jî hatin avêtin, lê çiqas çû hêviyê cihê xwe berda bedbîniyê û tefiya. Bi ramana gelemper, desthilatê bedkarî li rêwşa Ocalan dikir. Di serdema hilbijartinê de bi rêya Ocalan bêçekkirina PKKê xwestin, bi her awayî desthilat da dest. Komkujiya Roboskîyê bibû sedemek ku Kurd hêviya xwe ji Erdogan bibirin. Lê derba mezin ji Kobanî hat.

Erdogan ji bo ketina Kobanî roj dihejimartin. Ka Kurd û Tirk birayên hev bûn? Wî YPG û DAIŞ kir yek, “du rêxistinên terorîst li hev didan” digot, tevî ku YPGê namûs disparast û DAIŞê êrîşî namûsê dikir jî. Erdogan ew fêm nedikir, nedixwest fêm bike, lê Kurdên her roj termên keç û lawên xwe radikirin baş fêm kirin û wateya helwesta Erdogan jî. Li Kobanî ne tenê DAIŞ, Erdogan jî şikest.

– Ferheng û Helwesta Erdogan

Erdogan berê xwe da sîstema serokatiyê, ango desthilata kesayetî. Zimanekî êrîşkar, kêmîxwedîtin, şerûd û şerfiroş bikar anî. Dibe xweşê hevkarên wî diçû, lê li demografiya nîjadî û hişmendiya hemdem a civakê qet nedihat.

Çiqas çû wî xwe mezin kir û hevalên xwe yên berê jî biçûk kirin. Ew êdî tenê bi nav li balê bûn. Erdogan jê ewle bû, ku wê bi şelaf û nokerên tolaz bi ser bikeve. Encam bû şikestin û jê

rasterast Erdogan bixwe berpirsiyar e. Lê ku şikestin li wir bimîne. Ji ber ku ji keştiya noqîbûyî rev, qedera Xwedê ye û ew vêga, “pehniya Aşîl” a AKPê ye.

– Dê Çi Bibe?

Erdogan desthilateke wisa ava kiriye, rêyeke wisa girtiye û di dezgehên dewletê de guhertinên wisa çêkirine, êdî nikare desthilatê bi ti kesî re parve bike. CHP û MHPê jî daxwazên wisa dane pêş, bi AKPê re koalîsyona wan zehmet e. Derdê wan restorekirina dezgehên dewletê ye. Dibe “talûkeya kurdan”, sedemekî hevpariyê be. Û divê em ji bîr nekin: Di pirsa kurd de polîtîkaya CHP û MHPê, ji ya AKPê xeteretir e û ew, hê jî bi artêşê re di nav girêdaniyên qirêj de ne.

Wê AKP di dûv hilbijartinên pêşdemî de be. Lê ku rê bidinê. Civak jî ji hilbijartinan westiyaye. Divê AKP, civakê razî bike. Ji qeyrana aborî û siyasî, ji nediyarî û tevliheviyê û ji tirsa êrîş û kuştinên “kiryar-nediyar” pê ve, ma rêyên din ên razîkirinê hene?

Di vê konaxê de divê mirov bandora komên semyana mezin, artêş/dewleta kûr, DYA, YE û yên din jî, li ber çav bigre. Ji ber piştgiriya civakê, gellekan berteka xwe li himberî Erdogan û desthilata wî eşkere nedidan der. Lê vêga tam keys e ku bi hemû giraniya xwe bikevin govendê. Hilbijartinan rûyê li ser pirsgirêkan rakir û serdemeke wisa vekir, partî da ku bi ser bikevin, wê serî li her rê û dirbê bidin. Fermo rakeşî, nediyarî û geremoleke din…

Rewşa Kurdan? Rola nû ya Ocalan? Pêşeroja HDPê? Bandora hilbijartinan li beşên din û li ser têkiliyên partiyên kurdan? Ew jî, mijarên şîroveyeke din in.

Rûdaw

You may also like