Meha Adarê di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedîyê cîhekî taybet e. Di vê meha pîroz de gelek bûyerên girîng qewimîne û yek ji wan jî serhildan û raperîna milletê Kurd e.

Di 5ê Adara 1991ê de milletê Kurd li Başûrê Kurdistanê serî li hember Saddam Hisên ê xwînxwar rakir û bû wesîleya azadkirina beşek mezin ji Başûrê Kurdistanê.

Di 29. salvegera raperînê de rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê gelek peyamên pîrozîyê weşandin û yek ji wan jî Serok Mesûd Barzanî bû.

Mesûd Barzanî, di hesabê xwe yê Twîtterê de 29. salvegera raperîna milletê Kurd pîroz kir û anî zimên ku “ bi vê raperînê milletê Kurd peyamek eşkere û vekirî daye cîhanê û ew jî ev e ku milletê Kurd wê tucarî zilm û bêdadîyê nepejirîne“.

29. salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê li milletê Kurd pîroz be û em hêvîdarin raperîna Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din yên Kurdistanê re jî bibe mînak û nîşana berxwedan û serhildanê.

You may also like