barzanio
Kovara Times a Amerîkî her sal kesayetên salê hildibijêre. Îsal Times Serokê Kurdistanê Mesûd barzanî jî hilbijart û wek namzetê kesayetê salê xist nav lîzteya xwe.

Mesûd Barzanî îro li Rojhilata navîn û herweha li seranserê cîhanê wek kesayetek navdar, xwedî helwest û siyasetmedarekî zîrek tê qebûlkirin. Bi taybet di şerê li dijî terorîstên DAÎŞ de payebilindîya wî zêdetir bû û bû yek ji serok û pêbawerên cîhanê.

Li gor raporek kovara Times, ji bo kesatiya sala 2014an, 8 kesayetiyên cîhanî hatine diyarkirin. Di roja 10ê vê mehê li bajarê New York wê kesatiyê/ya salê bi merasîmekê bê aşkerekirin.

Kesên ku ji bo kesayetîya sala 2014an hatine hilbijartin û bûne namzet ev in:

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Rusiya Valdimir Putin, Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Apple Tim Cook, Damezrênerê Şirketa Çînî ya Elî Baba Jack Ma, Rêveberê Gitşî yê Xula Footbola Amerîkî Roger Godell û stranbêja Amerîkî Taylor Swift,

Yek ji rêvebirên kovara Times Nancy Gibbs di vê derbarê de got: “Namzet li ser wê bingehê hatine diyarkirin ku bandora wan a mezin li ser bûyer û nûçeyên vê salê hebûn.”

Heke Mesûd Barzanî wek kesayetê salê bê hilbijartin, helbet wê di kesayetîya wî de Kurd li cîhanê zêdetir piştgirî û dostanîyê bibînin.

Ji bo dengdanê vê lînkê bitikînin:

http://www.utsandiego.com/news/2014/dec/08/time-person-of-the-year/

You may also like